|
Referandum pirseke miştimanî ye..Da ku serxwebûn bê ragihandin |
|
2016-05-15 22:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Cîgirê Serokê Partiya Çaksaziya Pêşkeftiya Tirkmanan Mûna Qehwecî got, em daxwaza bi zûtirîn dem referandum bê kirin, ji ber ku bi encamdana wê referandum û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê hemû pirsgirêkên navxwe çareser bibin. Mûna Qehwecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek aliyekî siyasî yê tirkmanî piştî derbasbûna 100 salî bi ser rêkeftina Saykis Bîko de, em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem referandum bê kirin û xelkê Kurdistanê bi tevahiya pêkhate û netew û olan û mezheban pişta wê bigirin da ku referandum bê kirin.” Qehwecî wiha got: “Divê hemû aliyên siyasîyekdeng û yekhelwest bin û yekrêziya xwe biparêzin ji ber ku referandum pirseke niştimanî ye û ne tenê pêwendiya wê bi partiyekê heye, lê belê girêdayî hemû partiyan e, lewma pêwîst e zû were lidarxistin û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dê hemû pirsgirêkên navxwe çareser bibin.”
KDP.info |
|
|