Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Malpera fermî ya YNKê bangeşe bo malpereke Îranê dike
 
Malpera fermî ya YNKê bangeşe bo malpereke Îranê dike
2016-05-15 22:13
MediaKurd > info@mediakurd.com
Malpera fermî ya YNKê di cîhê herî giring ê tora civakî ya facebookê de bangeşeya malpera Îranê dike, ku tê de dijatiya xwastekên gelê Kurdistanê û cudabuna li Iraqê tê kirin.

Çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re ragehand, li gel bangeşeyeke ne rasterast ên çapemeniya ser bi YNKê ya ji bo Komara Îslamiya Îranê, naha qonaxekî nû ya bangeşe kirinê destpê kiriye, ku ew jî zêdekirina pêgeha civakî ya çapemeniya Îranê ye di torên civakî de. Herwaha got: ‘’Malpera PUK media ya fermî YNKê, di cîhê herî giring ê tora xwe de, bangeşeyê ji bo malpera Jame Kurd a facebookê dike, di demekî ku ew malpere bi temamî rengdaneya siyasî ya Îranê birêve dibe de ev tişta tê kirin.’’

Çavkaniyên BasNewsê diyar kir, herkesekî li malpera Jame Kurd bike, di wê derê de wê hest bi dijayetiya xwastekên dabeşkirina welatên rojhilata navîn ji aliyê Kurdan û pêkhateyên din bibîne û got: ‘’Piranî di vê malperê de behsa dabeşkirina Sûriyê tê kirin û bi temamî dijayetî li hember vê yekê tê kirin. Lê amajeyekî dijayetî kirina Îranê ya dabeşkirina Iraqê ye.’’

Di vê derbarê de çend roj berî naha, çavdêrê siyasî yê ku berê di ragehandina YNKê de jî kar kiriye Cemal Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji salên 90 ve Îran dest li wêje û hûneriya rojnameya Kurdistana Nû verdide, ku rojnameye fermî ya YNKê ye. Di demekî asta destverdana Îranê li ser ragehandina fermî ya YNKê geheştiye wê astê ku, di pişt hemû ragehandina vê partiyê de Îran heye. Wek mînak jî li ser helbesta helbestvanekê Îranê bi awayeke fermî YNK agahdar kiriye û hişyar kiriye.’’

BasNews