Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pêwistiya serxwebûnê ji kurdan re wekî nan û avê ye
 
Pêwistiya serxwebûnê ji kurdan re wekî nan û avê ye
2016-05-15 22:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku mafê gelê kurd heye ku serxwebûna Kurdistanê îlan bike.

Talebanî di konferanseke bi sernava "Di Serdema Cîhangêriyê de, Ber bi Nasnameya Serxwebûna Kurdistanê" de, li bajarê Silêmaniyê gotarek pêşkeş kir. Di gotara xwe de Cîgirê Serokwezîr got: ‘Mafê gelê kurd e bi serxwebûnê şad bibe, ku ji bo wê bi sedan sal xebat kiriye, qurbanî dane û xwîna xwe rijandiye."

Talebanî got: ‘Serxwebûn ne mijareke mizadeyî ye. Serxwebûna kurd ne xetere û sedema pevçûnê ye di gel cîran û dostan û nabê bê imtîyaz û berjewendî bêne bidesxistin, lê mafekî derengmayî, sirûştî yê gelê me ye."

Qubad Talebanî bang li Iraqê û ereban kir ku hikûmeta kurd hewla dostayetî û mitmaneyiyê li gel wan dide û eger me di çend salên dawîn de nikarîbe di çarçoveya yekdewletiyê de bijîn, dibe siberojê di bibin cîran û dostên baş. Çimkî têkiliya me kurd û ereb têkiliyeke erdnîgarî û dîrokî ye û tu biryareke siyasî nikare me ji cîrantiyê bike."

Li ser daxwaza gel ji bo serxwebûnê, Talebanî got: Yê tî her li dûv avê ye, li ber çavê birçî jî heyv wekî nan dixuyê. Serxwebûn wekî av û nanî ye ji bo gelê me."

sputniknews