Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji bo doza kurd û Kurdistanê şer dikim
 
Ji bo doza kurd û Kurdistanê şer dikim
2016-05-12 21:49
MediaKurd > info@mediakurd.com
Leyla Qasim ji bo protestokirin û balkişandina ser dagirkerî, zext û zordariya li ser Kurdistanê sala 1974’an hewl da ku çalakiya revandina balafirê pêk bîne. Lê belê hêj ev pêk neanî ji aliyê hêzên rejîma Baasê ve hat girtin û 12’ê Gulana 1974’an piştî îşkenceyên giran hat darvekirin.

Jiyana Leyla Qasimê

Leyla Qasim 1952’an li Xaniqînê hate dinê. Piştre bi malbata xwe ve koçî Bexdayê bû. Di salên xwe yên xwendekariyê de Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) nas kir û beşdarî wan bû. Qasim di vê heyamê de biryar da ku tevlî naf refên Pêşmerge bibe. Wê demê jî rejîma Baasê li hemberî kurdan şer dabû destpêkirin û bajarên kurdan Qeladizê û Helebçe bombebaran dikir. Leyla Qasim û hevalên wê jî li hemberî vê zilmê bêdeng neman û biryar dan ku ji bo dengê Kurdistanê bigihînin cîhanê û balê bikşînin ser rewşa kurdan çalakiya revandina balafirekê pêk bînin. Lê belê hêj ku Leyla Qasim û hevalên wê çalakiya xwe pêk neanîn ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin. Leyla Qasim piştî ku ket destê hêzên rejîmê rastî îşkenceyên giran hat, biştî darizandineke sexte, di Gulana heman salê (12 Gulan 1974) de hat darvekirin.

"Ji bo doza kurd û Kurdistanê şer dikim"

Beriya ku bê darvekirin Leyla Qasim ji dayika xwe re ev gotin kir: “Dayika min xem neke, ez ji bo doza Kurdistanê şer dikim. Berî niha Sedam û komeke ligel wî hatin vir, wan dihesiband ku ez ê tawîzan bidim û dev ji doza xwe berdim. Lê belê min daxwaziyên wan qebûl nekirin û gelê xwe nefirot. Dema ku min got, ‘Ez ê di oxira doza kurd û Kurdistanê de darvekirinê bi rûmetî pêşwazî bikim’ min dît ku ka Sedam çiqas qels û reben bûye. Bi mirina me bi hezaran kurd wê şiyar bibin û ala me wê bê rakirin.”

Bi Sirûda Ey Reqîb çû mirinê

Ev gotinên Leyla Qasima ku hêj di temenê xwe yê 22’yan de ji bo doza kurd û Kurdistanê bi wêrekî çû ser sêpaya darvekirinê hêj li bîra ne û ji bîr naçin: “Dibe ku hûn min bikûjin û ji holê rakin. Lê belê mirina min wê bibe şiyarbûna kurdan.” Leyla Qasim dema ji bo darvekirinê diçû jî sirûda Ey Reqîb dixwand.


NasNews