Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şêxê Ereb:'Pêşmerge şehîd in
 
Şêxê Ereb:'Pêşmerge şehîd in
2016-05-12 21:46
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêxê ereb ê Zanîngeha El Ezhera Misrê ragihand ku pêşmergeyên di şerê li gel DAIŞê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in.

11 Gulanê roja Çarşemê nûnerên 70 welatan li Civata Ewlehiya Navneteweyî civiyan. Civata Ewlehiya Navneteweyî biryar da ku stratejiyeke navdewletî bo rûberûbûna baweriya DAIŞê di nava civakê de deyne û ji bo cara yekem piştî 15 salan ji bûyerên

15ê Îlonê li ser wê yekê mukur hat ku pirsgirêka komên weke El Qaîde û DAIŞê ne tenê ewlekarî ye.

Hat gotin ku komên wekî El Qaîde û DAIŞê pirsgirêkeke îdeolojîk e û divê stratejiyek ji bo rûbirûbûna wan hebe.

Ji aliyê din ve Sekreterê Giştî yê Akademiya Lêkolînên Îslamî li Zanîngeha El Ezhera Misrê Şêx Mihyeddîn El Efifî got: ‘Pêşmergeyên di şerê li gel DAIŞê de jiyana xwe ji dest didin, şehîd in.

Zanîngeha El Ezherê, li Misrê navenda herî girîng a suneya ne û li Misrê wekî navenda herî nirxdar tê qebûlkirine.

sputniknews