|
Bê pêşmergeyan DAIŞ xelas nabe |
|
2016-05-12 21:44 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê herêma Kurdistanê, pêşwaziya wezîrê parastinê yê Macaristanê Istvan Simicsko û heyeta li gel wî kir. Wezîrê Macaristanê got, bê pêşmergeyan ne pêkan e ku DAIŞ xelas bibe.
Nivîsgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên alîkariya pêşmergeyan, rizgarkirina Mûsilê û şerê li dijî DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Istvan Simicsko diyar kir ku welatê wî endamekî çalak yê hêzên Hevpeymana Navdewletî li dijî DAIŞê ye û teqez kir ku bê pêşmergeyan ne pêkan e ku DAIŞ bê têkbirin.
Ji aliyekî din ve, wezîrê Macaristanê teqez kir ku piştgiriya wan ji pêşmergeyan re dê berdewam bike ew ê pêşmergeyan birîndar jî her derman bikin.
sputniknews |
|
|