Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rêjeya tevlîbûna xortên Rojhilatî bo nav DAIŞê mirov ditirsîne!
 
Rêjeya tevlîbûna xortên Rojhilatî bo nav DAIŞê mirov ditirsîne!
2016-05-09 17:25
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezareta Ewqafê ya Başûrê Kurdistanê eşkere kir, êdî kurdên Başûrî tevlî DAIŞê nabin lê rêjeya tevlîbûna kurdên Rojhilatî bo nav DAIŞê gihîştiye asta “metirsîdar”.

Berpirsê Pêwendiyan û Pêkvejiyana Ayînan li Wezareta Ewqafê ya Başûrê Kurdistanê, Merîwan Neqşbendî ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re axivî û ragihand, di heyama 8 mehên borî de ti kurdekî Başûrî tevlî DAIŞê nebûye, yên ku di nav DAIŞê de ne jî, yan hatine kuştin yan jî vegeriyane malên xwe.

Merîwan Neqşbendî da zanîn ku hejmara kurdên Başûrî ewqasî di nav DAIŞê de kêm bûye ku DAIŞ ji bo şehîdkirina pêşmergeyekî, kurdên Rojhilatî bikar tine. Neqşbendî wiha domand:

“Rêjeya tevlîbûna xortên îranî bo nav DAIŞê gihîştiye asta metirsîdar. Di şerê vê dawiyê yê nahiya Tilsiqofa Mûsilê de jî 2 çekdarên kurd ên Îranî yên DAIŞê hatin kuştin. Li ser vê mijarê duh rayedarên Îranê hatin ba min û bi min re hevdîtin kirin. Min behsa vê mijarê ji wan re kir, wan jî soz dan ku tedbîrên tund bigirin û nehêlin xortên îranî tevlî DAIŞê bibin.”

Çend roj berê çekdarekî Rojhilatî yê DAIŞê, ku xelkê bajarê Seqizê bû, serê pêşmergeyekî Başûrê Kurdistanê birrîbû û pêşmerge şehîd kiribû.

BasNews