Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Me bi fermi bang li PKKê kir ji Şingalê derkeve!
 
Me bi fermi bang li PKKê kir ji Şingalê derkeve!
2016-05-09 17:23
MediaKurd > info@mediakurd.com
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragihand, wan bi fermî ji PKKê xwestine devera Şingalê vala bike lê PKKê gotiye, ew tenê guh didin Bexdayê!

Piştî ku DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kir, PKKê beşek ji gerîlayên xwe li wê deverê bicîh kir. Ew hêza PKKê heta niha jî wir e.

Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, me bi fermî bang li PKKê kir ku devera Şingalê vala bikin lê rayedarên PKKê ji me re gotin, em bi fermana Bexdayê li vir in û emê bi fermana Bexdayê jî li vir biçin!

Qayîmeqamê Şingalê nerazîbûna xwe li hember helwesta PKKê nîşan da û got, dema Pêşmerge çû Kobanî piştî ku ew der rizgar bû, dîsa vegeriya. Em dixwazin PKK jî mîna Pêşmerge bike û ji Şingalê derkeve.

BasNews