|
Ji Rûsya û Amerîkayê daxuyaniya hevpar |
|
2016-05-09 17:19 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rûsya û Amerîka di daxuyaniya xwe ya hevpar de ragihandin ku ji bo agirbesta Sûriyeyê pêşveçûn û ji bo gihandina alîkariya însanî lihevkirineke qismî çêbûye.
Her du dewletan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku bi saya xebatên me yên hevpar bûyerên tund û tujî li rojhilatê Guta û li bakurê Lezqiyeyê kêm bûne.
Li gorî daxuyaniyê, Rûsya wê li herêmên ku sivîl lê dijîn an jî yên ku tevlî peymana agirbestê bûne dê hêza xwe ya hewayî bi kar neyine û bi rêvebiriya Şamê re bixebite û Amerîka jî wê bi hevkarên xwe yên herêmî nehêle grûbên terorîst û teqemenî ji bo wan di sînorê Sûriyeyê de derbas bibe û dê hevkariya xwe bi wan re kurtir bike.
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de, Rûsya û Amerîka ji bo kifşkirina herêmên ku di bin kontrola rêxistinên terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê tespît kirine û li hemberî bergirî girtine û her wiha metirsiyên ku ji van grûba werin nirxandine.
Rûsya û Amerîkayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji bo ku agirbest li tevahiya Sûriyeyê belav bibe em xebatên xwe didomînin. Û em bangî hemû aliyan dikin ku li dijî sivîlan, baregehên binerdi û nexweşxaneyan dev ji êrişên rasthatî berdin û van êrişan bi dawî bînin.
sputniknews |
|
|