Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Çi kesê alîkariya DAIŞê kiribe wê wek DAIŞê were siza kirin
 
Çi kesê alîkariya DAIŞê kiribe wê wek DAIŞê were siza kirin
2016-05-05 12:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Malpera Serokatiya Herêm aKurdistanê belav kirye ku, îro 4 Gulanê, li Selahedîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International Selîl Şetî û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International bi kurtî di derbarê erk û kar û siruşta çalakiyên rêxistina Amnesty International li Rojhilata Navîn û Efrîka û Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xisterû û ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge li beranber qeyrana mirovî û darayî û hereşeyên emnî hebû, destxweşî jî li dilfirehî û yarmetîdana gelê Kurdistanê ya ji bo sedan hezar koçber û lêqewimiyan kir. Sekreterê Giştî yê rêxistina Amnesty International behsa rapora rêxistinê ya di derbarê rewşa mafên mirov yên li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kir û nîgeraniyên xwe bi Serok Barzanî ragihand.

Di beranber de Serok Barzanî destxweşiyê li rêxistina Amnesty International kir û pêzanînên xwe ji bo kar û çalakiyên mirovdostî hebû û ragihand ku rapor û têbîniyên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bi girîngî têne wergirtin û dezgehên peywendîdar dişopînin.

Serok Barzanî di gotarek de ji bo şanda mêhvan ji bilî balkişandina li ser êşên gelê Kurdistanê yên li sed salên derbasbûyî û her wiha tawan û dilreqiyên terorîstên DAIŞê yên di derbarê pêkhatan û gelê Kurdistanê de, siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê terorîstan û rêzgirtina li mafên mirov xisterû û ragihand ku gelê me êş û azarê dîtiye ji destê dîktator û terorîstan de, ji bo wê yekê jî gelek baş li bihayên û azadî û mafên mirov têdigihe û rêz lê digre. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku her di destpêka şerê terorîstan rênimayiyên taybet yên di derbarê parastina mafên mirov û karkirina bi yasayên navdewletî ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derketiye.

Derbarê terorîstên DAIŞê de jî Serok Barzanî ew yek ronî kir ku her kesek hevkariya DAIŞê kiribe û destê wî li tawanên dijî Kurdên Êzîdî û Kirîstiyanan û pêkhatan de hebê hesabê DAIŞê ji bo wan tê kirin û çarenûsa wan ya DAIŞê dibe û nabê çavpoşî li wan bê kirin ku tawaneke mezin di derbarê Êzîdî û Mesîhî û pêkhatan encam dabe.

Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew xelkên hîç peywendiyên wan li gel DAIŞê de tine maf û kerameta wan parastiye û wekî hemwelatiyekî asayî muamele li gel wan tê kirin amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel rêxistina Amnesty International û rêxistinên mirovparêzên cîhanî din ragihand.

BasNews