|
Esad ne hevpeymanê me ye |
|
2016-05-05 12:44 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku heke em ji bo tekoşîna terorîzmê piştgiriya Esad bikin mitefiqiya me ne wekî ya Amerîka û Tirkiyeyê ye.
Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe de got:"Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ne mitefiqê me ye. Raste em di tekoşîna dijî terorîzmê de piştgiriyê didin dewleta Sûriyeyê, lê ne wekî mitefiqiya Amerîka û Tirkiyeyê ye.
Lavrov di berdewamiya hevpeyvîna xwe de behsa hevdîtinên Cenevreyê kir û got:"Em li bendê ne ku vê mehê dîsa hevdîtinên Cenevreyê werin destpêkirin, lê şert û mercên hevdîtinan hê jî çênebûne. Sedema nebûna van şert û mercan jî di serî de kaprîsên Tirkiyeyê û sponsorên biyanî ne ku bandorê li Komîteya Mizakereyan a Bilind dikin e."
Wezîrê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got:"Hê ji destpêkê Tirkiye li dijî tevlîbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a hevdîtinên Cenevreyê ye. Lewra PYD li Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorîst şer dike û partiyeke kurdan mezin e. Ji bo vê bê PYDê ne make zagona Sûriyeyê ya nû û ne jî em dikarin behsa pêvajoya siyasî bikin û tu wateya axaftinê jî tüneye."
Xebat |
|
|