Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Heta ku şaşî bê parastin, wê rastî tu caran bi ser nekev e
 
Heta ku şaşî bê parastin, wê rastî tu caran bi ser nekev e
3/7/2010 3:23:00
>
Nivîs: Bûbê Eser
Heger em çavekê li dîroka Kurdên bakur bigerînin, wê baş bê dîtin ku hema hema hemû rêxistinên siyasî li dijî PKKê bûn, hin hîn jî li dijin. Hinan dest ji wê helwesta xwe kişandin û xwest an jî dixwazin bi awayekî ne fermî piştgiriyê bidin PKK. Ji xwe kes û kesayetiyan gelekî zû helwestên xwe guherîn û berbi PKK bazdan da ku bibin xwedî post, pere, mal û mulkên bê şexsiyet. Bê şexsiyet dibêjim ji ber ku dema te di nava wande cih girt ew berê şexsiyetê ji te digirin û dûre serê werîs bi destê te de berdidin. Dema serê werîs jî kete destên hin kesan, wê gavê ew jî êdî ji bilî xwarin û qezenca xwe tiştekî din nafikirin. Çi bibe jî ne xema wan in. Ji ber ew tenê li berjewendiyên xwe dinêrin. Loma ji bona kesên weha tu gotina min tune ye. Rewş û dem bûye ya derew, şelaftî û li ser asasê nerastiya parastina berjewendiyên şexsî.

Loma ez mesela kesan li alîkî dihêlim û dixwazim bi çend gotinên xwe rewşa rêxistin an jî partiyên me yên bakur bînim zimên. Weke min di serî de jî got ku piraniya, komele û partiyên me yên siyasî li dij PKK ne. Ji ber vê dibêjim; dema mirov li dij hinan be, divê mirov vê helwesta xwe heta ku ew neyên guherandinê bidomîne. Lê ez bala xwe didimê ku piraniya rêxistinên û komeleyên me yên li ewropa di vî warî de ne xwedî helwestên rasteqînin. Ew jî weke kesan car caran helwestên xwe yên siyasî diguherin û piştgirî didin PKKê. Ew PKKa ku qet xema wê ne kurdên ku ne hevalbendên wê ne. Agir jî bi mala wan kurdana bikeve wê PKK bi devê xwe jî avê li wî agirî nake.

Dibe ku hin hêzên me ji vê helwesta min aciz bibin. Lê ev jî ne xema min e. Ji ber ku ez ê tim û tim heta ku sax bin, ez ê rastiya dilê xwe bêjim. Çewtiyan li gor xwe rexne bikim. Ez ê berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî de bigirim. Loma jî ez ê tim bêjim: Ma gelo heta niha PKK li dij kîjan rojname, kovar, partî û dezgehên kurdên ne ji wane û hatine girtin û qedexekirin, derketiye? Qet. Lê çima yên me hema li hember yên wan dibên xwedî helwest û xelkê tewanbar dikin? Bi vê tewanbariyê jî piştgiriya wan dikin. PKK jî êdî ev rê naskiriye û ew jî êdî her ji çendekî tiştekî bi serê dem û dezgeheke xwe tîne wê dide girtin da ku hemû kurd piştgiriya xwe bide wan. Heta niha jî ji ber bê îstîqrariya kurdên me bi serketinin.

Bala xwe bidinê gelek ji rêxistin û partiyên me, PKK weke rêxistineke bi destê dewletê hatiye damezrandin dibînin, gotinin û dibêjin. Lê çi mixabin dema êrîş dihare ser dezdehên wan yên li ewropa ne û bi ya min ew ji bona kurdan jehrê belav dikin, rêxistinên me jî li hember ewropiyan vê yekê protesto dikin. Ji bona min ya ecêb ev e. Madem tu vê rêxistinê ya dewletê dibîne, lê gelo tu çima dewletên ewropa protesto dike? Ma ne baş e ku dema ewropî dezgeheke zerarê dide kurdan bigirin? Ma li dewleteke ewropa dezgeheke tirkan bê girtin gelo tê wê jî protesto bike?

Bawer bikin protesto kirina partî, kes û kesayetên ku dibêjin em li dij PKK ne û dema êrîşên dihare ser wê protesto dikin, ez bi xwe şaş û metal dimînin. Dixwazim ji wan pirsekê bikim û dibêjim; Baş e madem hûn van kiryarana protesto dikin, gelo hûnê sibê çawa ji ewropiyan re xerabiyên ku PKK bi kurdan kirî ye û nebaşiyên wê bêjin? Ma hûn qet tiştekî weha fikirînin? Hûn li alîkî li dij van êrîşana ne, bê ku hûn bizanibin ev êrîşana ji bona çi dibe. Gelo hûn dizanin ku bi êrîşkirina wan dezgehên PKK çi sedem hene? Ji bona min ya ecêb ev e ku sedemên êrîşkirina li ser van dezgehanana nayê zanîn û yên me jî vê protesto dikin. Bi hezaran dezgehên kurdan hene û wana yek jî ne ketinin ber êrîşên ewropiyan. Ji ber ku di wana de karên ji bona çand, huner û folklora kurdan tê kirin û ew dixwazin piştiriya gelê xwe li ewropa bikin.

Heger sibê karên ku di dezgehên PKK yên li ewropa ne têne kirin ji teref ewropiyan eşkere bibe wê van kes û rêxistinên me yên ku vê helwesta ewropiyan protesto dikin, bikevin çi halî? Ji ber vê dibêjim her tiştek tenê bi protestokirinê hal nabe. Berê divê em bizanibin ku ev êrîş, ev lêgerîn ji bona çiye? Heta ku mirov vê fêm neke, divê kurd û partiyên li dij xeta îmraliyê vê yekê nekin. Heger bikin ewên jî bibin şîrikê wê gunehkariyê. Loma dibêjim; divê rêxistinên me bi xwe bawer bin, bi nerîn û dîtinên xwe ewle bin. Îro kêmhêzin lê sibê bi helwestên xwe yên rast wê bi hezaran ji xelkên xwe mirovan hembêz bikin. Divê kes û partiyên me yên li dij îmraliyê ne netirsin û helwestên xwe yên rast, xwaro maro nekin. Divê neyê jî bîrkirin ku taliya talî fikrin rast, helwestin neteweyî bi ser dikevin. Heger hûn vê helwesta xwe ya ne di cih de bidomînin, hûnê jî weke gelek kes û rêxistinan ji rûpelên dîrokê rabin. Heta ku şaşî bê parastin, wê rastî tu caran bi ser nekev e.
Bûbê Eser
Kurd û referandûma 12 îlona 2010an
12ê Îlona 1980ê û referandûma îlona 2010an
Festîvala Feqîyê Teyran-FOTO
Çend gotinên beradayî!
Bîranînên brêz Kemal Burkay
Enfal!!!
Televizyonên Kurdî
Îro her tişt tevlî hev e.
Heta ku şaşî bê parastin, wê rastî tu caran bi ser nekev e
Girîngiya xebata legal ango eşkere
Nameyeke vekirî ji Serokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî re
Felsefe ango Rêbaz
Konferanseke Neteweyî(!)
Tevlihevî
Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?
Nivîskarên Bakurî sînor derbas kirin!!!
Serketin bi xebatê dibe
Hukumeta şeşemîn li gelê Kurdistanê pîroz be!
Em û rastiya Me!
Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd
Kurd xwedî dewlet in!
Bûbê Eser: Çi bi me hat?
Li gor min PDKê wenda kir!
Em Kurd!
Şevdîn Sorkî çi dibêje?