Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Apo-îzim, an jî Kurdistanîbûn!
 
Apo-îzim, an jî Kurdistanîbûn!
2010-01-04 15:58
Evdirehman Şirnexî
info@mediakurd.com
Dema mirov bala xwe dide li ser rewşa bakurê Kurdistanê û hêza li ser navê kurdan dengê wê bilind dibe, tezînek dilê mirovî digire û mirov dibêje:
Ev çi şêweyên siyasetkirinênin ev kesên henê dikin?
Di evan sihsalên derbasbûna xebata kurdan de, pir bi aşkere ye Apo- îzim û Kemalîzimî bi arîkariya dagirkeran ketiye pêşiya Kurdistanîbûnê de.
Gelo çawe çêbû ev dewra ji bona xebata kurd û Kurdistanê re, hinde giranbiha, cihê xwe ji Apo-îzmê û Kemalîzmê re hêlişt?
Bêşik jiberxwe ve tiştek çênabe û ev lehistukên tarî yên li ser qedera miletê kurd çêdibin, bi destên dijminên doza kurd û Kurdistanên ê çêdibin e.
Çi dema xebata azadî ya miletê kurd hinekê pêş ve diçe, lehistukên dijminên kurd û Kurdistanê jî gor demê rengên xwe diguherin.
Rewşa hereketa kurd di bakurê Kurdistanê de giheştîbû asteke ya pir bilind.
Dagirkeran zanîn pêşî li girtina evan pêşketinan dê zehmet be.
Ewan jî gorayî demê rûyên lehîstukên xwe guhertin û destpêkirin ko bi rêyên tarî re li ser nevê kurdan bigihîn hedefên xwe yên doza miletê kurd binbir bikin e.
Pir aşkere ye hinek destên li taristanê de ne dibin sedemên Apo-îzim bikeve pêşiya Kurdistanî bûnê.
Evan destên diyar û nediyar quweteke ya ji quweta kurdan dan dora Apoyî û rê li ber hereketa netewî ya kurd girtin û mejiyê piranî ya civata kurd têkilhev kirin.
Miletê kurd evenî bi sedên salan e ji bona azadiya xwe û gurûra xwe ya milî têdikoşe û dixwaze îradeya xwe bi destê xwe li ser welatê xwe Kurdistanê rêvebibe.
Belê hinek destên li tarîstanê de bi rêya Apoyî re nahêlin ev miletê hinde qehreman û têhniyê azadiya xwe bigihî ermanca xwe ya netewî.
Li berçavan e şinga Apo-îzim derketî meydana xebata Kurdistanê, hemî rê li ber xebata kurd û kurdistanîbûnê hatîne reşkirin û Apo-îzim û Kemalizim ê dewra xwe di nava hinek kurdên têne xapandin de cih ji kurdistanîbûn ê sitandiye.
Apo-îzim û Kemalizim di nava quweteke ya kurdan de giheştiye radeyeka hinde bilind, hêdî çavên wan kurdan nabînin û guhên wan jî tiştekê nabihîsin.
Ji wan kurdan re hemî gotinên Apoyî yên li ser madileya kurd û Kurdistanê û parastina kemalîzma Apoyî jî ji wan re bên nîqaşin.

Dema mirov bixwaze, ji sedên mîsalên bûyer û gotinên Apoyî û yên li xwe mikurhatiyên PKK ê û kiryarên dewleta dagirker ya tirkan û destgehên dewleta kûr, ji wan hinekan bibîne, rewş dê ji mirovî re aşkere bibe.
Têkiliyên Apoyî û girtiyên Ergeneqon ê Dogu Perinçek û Yalçin Kûçûk û bûrayê wî yê Atêşeya konsilosa tirkan ya li Suriyeyê rewşê diyar dik e.
Pir aşkereye têkilî, dayin û sitandinên Apoyî û wan destgehên dewleta tirkan ya kûr bi çawe rêve diçin, şik li ser nemaye û gotin û kiryarên wan li ber çavan qiçdikin.

Evenî cara çendê ye deng derdikeve ko tête gotin bi destê dewleta tirkan ya kûr bi hezaran çek bi şêwena digihînin destên berpirsên Evdillayî.
Ev bûyerên henê ji aliyên gelek kesên kurd ve jî têne zanîn. Di evê dûmahiyê de ji aşkere bû ko bi hezaran keleşîkofên reqemxirakirî di bin alaya Qizilxaça tirkan de bi destên dewleta kûr çûn e û giheştîn e gêrîlayên Apo yî.
Aşkerebûna evê sirrê jî ji aliyê jimtemê navê wî Yildirim Begler ve hate aşkerekirin û dibêje me hemî berpirsên PKK ê jî girtin û bi emrê jorên dewleta tirkan hatin berdan.

Mesela şerrê Horemarê, yê Zelê, yê Tokatê tevên van, di mesleheta dewleta kûr de bûn. Kiryarên siyasî di berjewendiyên kijan alî de be, kiryar jî ya wî alî ye.
Belê çi xwisaret li ser evê rewşa hinde aşkere re jî, hinek ji kurdan yên dibêjin em siyasetê dikîn, li xwe nahesin û evan dengan jî nabin xwe.
Gelo ev çend bûyerên diqewimin ji berxwe ve çêdibin?

Gotin û kiryarên siyasî yên xelet, di ser rewşa miletan gelekê bi giranî dibin mal.
Baş e heta kengê hun ev kesên bi dengê miletê kurd hatîn hilbijartin dên hinde bê îrade ya siyasîbîn û hun dê bi fermana Apo yê di xizmeta tirkan de zaroyên kurdan bidîn kuştin û dengên kurdan bi rêyên şaş de karbînîn?
Ger hun dibêjîn em destgehekî yê netewê kurd in, ji bo çi hun li îradeya xwe ya siyasî xwidanîtiyê nakîn û hun bi emran rêve dicing?
Baş e bi navhildana navê kurdan bi tinê têrê dike ko mirov bêje ez xebata çareserkirina doza miletê kurd dikim?

Baş e ma ev çi ajîte û gotinên nelicihênxweden e têne kirin û paşê jî bi ayatên Quranê bi mezlûmiyeta xwe ve hîviyan ji dijminên miletê kurd dikîn?
Ev çi siyaseta wekî girara gavanan têkil hev û rû ne diyar e tête kirin?
Hun dibêjîn em dên biçîn quweta miletê xwe û roja paştir jî hun qumçeyên xwe li ber gotina Evdilayî didayêxîn û gotina wî li ser ya xwe re û li ser ya miletê kurd re jî digirîn!
Baş e ma hun nizanîn pirojeya 25 eyaletkirina Tirkiye û Kurdistanê dê Kurdistanê ji halê radikît û piraniya Kurdistanê li ser herêmên tirkan lêve bike û tirkiyetiyê xwirt bike?
Baş e ma miletê kurd dengê xwe da we, hun di meclisa tirkan de bi mêrane û bi aqilane mafên kurd û Kurdistanê biparêzîn, an jî hun şexsiyeta Apo û kemalizma wî biparêzîn?
Baş e wekî dixwehî we bi xwe ti îradeya siyasî tinîn e û îradeya we di destê şexsekê de ye û we îradeya miletê kurd jî kiriye qurbana ewî şexsê herroj gor dilê dewleta tirkan dixwire û teoriyên vale pêşkêşî we dike.
Hun dên bi van şêweyên siyasetê ve çawe bikarîn bibîn îradeya miletê kurd?

Başe dema Apo dibêje di nava cimhuriyeta tirkan de şexsiyeta azad ji min re giring e, gelo ma ev ne înkara şexsiyeta kurdan ya netewiye?
Ma çiyê kurdan di nava cimhuriyeta tirkan de heye, ji bilî qetlîam û mirinê û pêve?
Kanî daxwaz û hedefên we ji bona çareserkirina doza kurdan re çine û bi van kiryarên xwe ve hun çawe dikarin bêjîn em dozdarên doza miletê kurdîn?
Ma dewxwestin û kodveşartin çêdibe?
Hun dibêjîn “em partiya tirkiyeyêne”; hun dibêjîn “em hemî miqedesatên tirkan dipejirînin”; “em yekîtiya misaqê milî yê tirkan li ser çavan qebûldikîn”; hun hemwelatiya tirkan ji xwe re serbilindî dibînîn û hun Kurdistanê ji aliyê tirkan ve hatî dagirkirin nahesibînin.
Hun xwe şirîkên cimhuriyeta tirkan dibînîn.
Hun Kurdistanê û miletê kurd ji tirkiyeyê cida nabînîn.
Piştî we ev gotinên henê tev de pejirandin, doza we û Apoyê we ji kurdan û Kurdistanê çiye?

Heta em kurd nebêjîn “Bimire Kemalîzima Apo!” û herwiha jî em nebêjîn, “An Kurdistan an jî Neman!, em dên li bindestên dakirkeran de bi birîndarî binalîn.

Evdirehman Şirnexî.
Li Hewlêr
29-12-2009
Evdirehman Şirnexî