Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Hunermend
 
Hunermend
2009-12-24 14:39
Evdirehman Şîrnexî
info@mediakurd.com
Hunermendim, hunermend
Hunermendekî gundî me
Dixwînim û dibînim
Neyar ji welatî diderînim

Hunermendo, hunermend
Hunermendo te çîye?
An ji welat li te girtî ye?
Dest ji dayikê birî ye?

Hunermendim, hunermend
Hunermendekî gundî me
Digerim û dibînim
Derdê dilan dirêjim

Hunermendo de rabe
Deşt û zozan bibîne
Zalim ji welat derîne
Azadîya xwe bistîne

Hunermendekî pirbêjim
Rondikê çavan dirêjim
Wek kewê lal û gêjim
Derdê welat di bêjim

Hunermendo, hunermend
Tu hunermendekî hêjayî
Li deşt û çîya geryayî
Bi doza welat hesyayî

Hunermendekî xweş bêjim
Doza welat darêjim
Dilê gelê xwe dibêjim
Da birîna dilê kul verêjim

Hunermendo, hunermend
Tu hunermendekî kurdîyî
Pir dil kul û dil birînî
Çima heval bendî nabînî?

Ez hunermendekî kurdîm e
Li bin çar destan mayîm e
Rê û rêbar tev tarîn e
Çi bikim tifaq li min tinîn e

Hunermendo, hunermend
Tu çi hunermendekî zanayî
Gazî bike xwişk û birayî
Bidin gel rûnayî

Ez hunermendekî pir jîrim
Rêç û rêbaran dibînim
Welat li ser hevde ditînim
Azadîya xwe distînim

Hunermendo, hunermend
Tu hunermendekî pir jîrî
Heval bendan bibîne
Neyar ji welat derîne

Ez hunermendekî şirnexîme
Tebatê li çavan nabînim
Heta neyarî ji welat derînim
Azadî ya xwe bistînim

8/12/1992 li hewlêr
Evdirehman Şirnexî