Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Jin & Jiyan:Jin, Jiyan û kofi...
 
Jin & Jiyan:Jin, Jiyan û kofi...
2013-07-28 13:07

Min iro, li nava cile xwe neri. Bi sedan libasê min hene. Yano, ez ji terefi cilan gelek dewlemendim. Bawerkin ez, car carna nizanim kijan cili li xwekim.
İro, min destê xwe çava avêt Kofiya pirika xwe, ez gelek xemgîn bûm.
Ew Kofi ji mire diroke. Diroka mal û malbeta mine.
De binerin ez ji were, ji Pirtuka J. Randal biranineke rahmetli Mele Mistafa Bezanî binivisim:
Rojên ku Berzanî bi eşira xwe berê xwedan koçberiya Rusya, rojekê Mele Mistefa li ba jina xwe rudine. Destê xwe dawêje serê wê, jina wi xwe ji paşde dikişine. Him fedi dike, him ji naxwaze sirra xwe bide der. Lewra, jina Mele Mistefa hemi zêr, zinet û mircanên xwe di Kofiya xweda diweşêre. Mele wê zane.
Disa destê xwe dirêj dike serê jina xwe, Kofiye bi destê xwe xêli dike. Destê wi li perçeki hesin dikewe. Ji jina xwere:
"Hatun Kofiyê daxe!.."
Jina wi liberxwe dide. Naxwaze Kofiye weke. Mele israr dike. Kofiye digre wedike. Dinere û şaş û mat dimine. Şûna zêran, mircana çend perçê hesin hene. Wê demê Mele Mistefa dibê :
"Heywah.. Mala min xirabu!.."
x
Kofi nişana jinên Kurde. Miras û dewra orf adetane. Dewlemendiye mal, malbet û camêraye.
Jin bi Kofiyê him jinê, him jiyane, him dewlemendiye..
Ew kofi yadigara pirika min bû. Yan ji em viha bikin; secera Kofiye binin ziman:
Xwediye Kofiya yekemin, em dibêjin DAHEC, yano, Dayika Hecire...
Ji heci Hecira, ji qiza wê DA ESMA re dimine...
Ji DA ESMA ji, ji dayika min DAYİKA NESİBE re dimine.
Dayika min Nesibê wê Kofiye da min.
İro, wêga KOFİ biminreye.
Ez hetta saxbim ezê mihefeze bikim. Car carna bixim serê xwe.
Ez ji wê KOFİYÊ bidim qiza xwe DÎLAN..
DÎLAN a min ji bila bide qiza xwe.
x
De werin em wê mesela KOFİYÊ bi starnekê dawi binin:
KOFİ GİRÊDA, HATE Jİ WÊDA..
Fermo strana KOFİYÊ ji Seid Usif gohdarbin.
Ew stran 1983, ji terefê Seid Usif hatiye çêkirin
http://www.youtube.com/watch?v=4991zAlyVVY
Bila rihê dapirê min şad be.
Silav û rêz.
Perwin BİLGİN
Pervin Bilgin