Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Heta mafên siyasî neyên qebûlkirin, helalkirin nabe
 
Heta mafên siyasî neyên qebûlkirin, helalkirin nabe
2013-04-24 00:40


Pêvajoya ku di navbera PKK û AKP de wek „pêvajoya aştîyê“ tê bi navkirin û hêvîyek mezin daye xelkên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê, didome. Her çiqasî heta niha tu kesek naveroka van hevdîtinan û pêvajoya ku tê binavkirin nizanibe jî, lê hevdîtin û pêvajoya îro dilê gellekan xweş dike.

Aştî li ser çi û li ser kîjan daxwazan pêk tê? Ev pirsek sereke ye. Gelo di nav hevdîtinên PKK û AKP de li ser çi û kîjan xalan hatiye lihevkirin? Ev xalek tarî û ciyê pirsê ye. Heke hebin, di van xalan de Kurd çi bidest dixin? Kîjan maf û heq û hiqûq ji Kurdan re hatiye dan? Tiştê ku tê zanîn û tiştên ki rayedar û siyasetmedarên dewletê dibêjin, xwedêgiravî piştî sekinandina şer û xwepaşdekişandina PKK, wê hikûmet demokrasîyê berfirehtir bike û hinek gavên din yên demokratîk bavêje. Lê kes nizane ew gav çi ne, ew demokrasî ji Kurdan re heta çi radeyê ye, wê ew demokrasî çi bide Kurdan û ji Kurdan çi bistîne.

Rayedarên dewletê – hikûmeta AKP – di her halûkarê de behsa lihevhatinê, behsa li hev helalkirinê û sekinandina şer û pevçûnê dikin. Lê di çêkirina xalên makzagona nû de ji bo Kurdan tu gavên berbiçav nayên dîtin. Heke hinek guhertinên piçûk tên kirin jî, ew guhertin tenê ji bo dilxweşkirina Yekîtîya Ewrûpayê ne û gellek caran ev ji devê Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn ve jî hat bihîstin.
Tiştê herî balkêş û sosreta herî mezin ev e ku BDP di pêşniyaznameya xwe ya makzagona nû de qet behsa Kurd û mafê Kurdan nekiriye. BDP ji Roman ên li Tirkîyê re azadî û mafên kêmnetewîyê xwestiye, partîya ku qaşo xwe wek berpirs û berdevkê Kurdan dibîne, qet behsa Kurd û mafê Kurdan nekiriye. Tenê demokratîkkirina Tirkîyê ji xwe re kiriye armanc û wer xuyaye di çavê hinek alîyan de Kurd wek Romanan (Qereçîyên li Tirkîyê) jî ne bi qedr û qîmet in.

Di vê derbarê de sosyolog û dilêşê Kurd û Kurdistanê birêz Îsmaîl Beşîkçî daxwazên pir maqûl û mafdar dide pêş.
Meselen dibêje: Heta mafên siyasî neyên qebûlkirin, li hev helalkirin nabe.
Birastî jî, piştî kujtina 60-70 hezar Kurd û kujtina 5-7 hezar leşkerên Tirk, wê Kurd û Tirk çima û çawa li hev helal bikin?
Bi taybet wê Kurd çima bê qeyd û şert, bêyî qebûlkirin mafên siyasî, di ser cendekên 70 hezar Kurdên şehîd re derbas bibin û helalîyê bixwazin? Yan xwîna Kurdan ewqasî belaş û erzan e?

Wek me li jor anî zimên, di hevdîtinên PKK û MÎT (AKP) de heta niha ji bo mafê Kurdan tu tiştekî berbiçav nehatiye xwestin û nehatiye qebûlkirin. Al yek al e, welat yek e û parçe nabe, zimanê fermî Tirkî ye, nasnama Kurdî bi fermî nehatiye û nayê qebûlkirin, di makzagonê de hebûna Kurdan nayê qebûlkirin, naxwe çi?
Aştîya çi, ji bo çi û ji bo kê?
Şerîfê Omerî