Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Berî û Berîvan
 
Berî û Berîvan
2012-10-02 09:46



Nivîs: Nureddin Yekta
Berî û Berîvan Bûka Nûro Axa nû hatibû. Kurê wî, dema li Stenbolê kar dikir di wê taxê da keçek dîbû. Keçik xwe tirk dihesiband lê bi eslê xwe koçer bû.

Ji koçerên Boşnakan. Di dema Osmaniyan da gelek nijad tevhev bûbûn. Tîxûbên Dewleta Osmanî li ser sê qit’ên cîhanê belav bûbû. Di dema cenga cîhanê ya yekemîn de hêzên derva bi tev hevalên xwe yên hundurîn dewletê gelek biçûk kiribûn. Hêzên derva bi hevalên xwe yên hundurî va dewletek biçûk avakirin û navê wê danîn Tirkiye. Serok komarê dewlete digot ku „kesên di vê dewletê da dijîn navê hemiyan tirk e.“
Boy vê, ji bilî Kurda hemî nijadên din ji xwe ra tirk dibêjin, lê kurd hêj jî berxwe didin. Bûk nû bû, ne tewle dîbû ne jî gom, ne pez dîbû ne jî dotin!.. Nû nû fêrî kurdî dibû. Der û cîran dihatîn bûkê didîtin û digotin „çi bûkek xweşik kurê Nurô axa ji xwe ra aniye.“ Bûkê ji urf û adetên kurda jî tiştek nizanîbû.
Dema hin bihatina mal mêr jin mezin biçûk bi herkesî ra diaxivî, wek adetên tirka, yanî bûktî nedikir, rebenê çi zanibû bûktî çîye? Dema sifre dihat erdê, wê beriya herkesî kevçiyê xwe digirt dihat.Rojekê xesiya wê got „keça min li cem me Kurda hin adet hene, wekî bûk bi herkesî ra naaxivin, bi rûsipiyan ra bûktî dikin, yani navê ne axavtinê bûktî ye li cem me. Him jî rûyê xwe digrin wiha dev û poz tê girtin lê çav, vekirî dimînin.
Bi xortan ra jî neaxivê, an wê bêjin ku bûk bê terbiye ye“Bûk roj bi roj fêrî adetên kurda dibû. Hin adet jê ra gelek xerîb dihatin. Bi rastî ev adetana ji min ra jî xerîb tên. Çima gerek jin bi taybetî jî bûk bi kesî ra neaxivin, çima mecbûr in rûyê xwe bigrin, çima li ber xezûr an jî tiyê xwe nexun venexûn?
Bihar bû, kulîlka nû vedida. Gîha hêşîn dibû, dema pez derkeve derva hatibû. Pezê Nuro Axa gelek zabû, lê hêj hinek mabûn. Bûk çûbû gomê dît ku hinek pez zane. Hat mal ji xesiya xwe ra got „dayê hin pezên me bebek anîne“Xesî gelek keniya û destê xwe li nava milê bûkê xist û got „keça min were ez hinek tiştan fêrî te bikim.“Em ji zarokên (bebek) ajalan ra têjik dibêjin.
Hima ne ji hemiyan ra. Ji zarokên miyan ra berx, ji yên bizinan ra kâr, ji yê çêlekan ra golik, ji yên madakan ra sak, ji yên hespan ra canî dibêjin, ji yên ku goştê wan naynê xwarin wekî pisîk wekî kûçik, ji yên wan ra jî têjik dibên.Di zimanê me da zayenda mê û nêr heye. Di tirkî de ferqa jin mêr tune ne di lêkerê (fiil) da ne di navan da ne jî di cînavkanda (zamir).
Bo herkesek an her tiştek nav û cîvakek heye. Wek pez du beş in. Bizinî û mêşinî. Ji nêrê biziniyan ra nêrî, ji mê yên wan raj î bizin, ji nêrê mêşiniyan ra beran, ji mê yên wan raj î mî tê gotin.Bûk gelek kêfxweş bû ku fêrî çend bêje yên kurdi bûbû.Rojekê xesiya wê got “keça min lawo îro roja berodanê ye”Bûkê li çavên xesiya xwe nihêrî wekî bêja berodan çi ye? Xesî keniya got keça min tu zanî heroj pez tê mal, em an didoşin dûvre berxa berdidinê. Yanî berxên wan didin ber wan. Piştî berx mijiyan, em ji hev diwetînîn berxvan berxa şivan jî pez dibe çolê. Lê îro em ji hev naqetînin, ji nîvro heya êvarê berx li ber diya xwe dimînin, nave wê jî berodan e!..Dem dibuhurî û roj bi roj bûk fêrî kurdî dibû.
Bihar û rojên serma derbas bûbûn, havîn bû êdî peu nedihat hundir, derdiket şevînê. Şevîn; yanî pez bi şev nay mal li çolê dimîne. Nîvroj û berêvara rojê du cara pez dihat bêriyê. Cara yekem bû ku jinên taxê elbê xwe hildidan û diçûn bêriyê. Bukê ji xesiya xwe pirsî “dayê bêrî çiye bêrivan kî ne”Xesiyê got lawo keça min:Bêrî nave ku ciyê ku pez tê nêzîkî gund an jî taxê, li wir mexel dibe û jin diçin li wir didoşin.
Bêrîvan jî ew jin an keçên ku diçin pez didoşin.Bêja bêrî û berîvan li cem me gelek bi rûmet e. Bêrîvan eşqa şivana ne, gelek çîrokên me kurda liser bêrîvana hene. Gelek axa û begên me kurda, keçên wan dil ketine şivana û bavan nedane wan. Li ser hev har û dîn bûne, li ser hev helbest û stran gotine, bûne wek dîrok û çîrok di nava me kurdan da!..

Gelek dengbêjan li ser bêrîvana stran nivîsîne. Dem çiqas derbas bûbe jî, bêrî û bêrîvanan ciyê xwe tim parastine. Bêrivana min çû bêriyê, elbê darîn di mil da
Silav neda û nenhêrî, miraz hîştî di dil da
Bi wê bejna bilind meşî, gav fireh avêt û çû
Wekî mara bi min geztî, dil ma di xem û kul da
28.09.2012M.a
M. Nureddîn Yekta