Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Em kurd bi tiştekî razî nabin!
 
Em kurd bi tiştekî razî nabin!
2012-02-06 13:10

Arşevê Oskan

Şoreşa Sûriyê û kurdên Rojava:

Ji roja ku şoreşê li Sûriyê dest pê kiriye, em kurd li doza xwe û li karê ku em divê bikin şaş mane. Sedemên vê yekê jî ku rojek wek îro di serê me re derbas nebûbû. Dema ku civîna oposisyonê li Istenbolê civiya gelek kesan ji me gotin; ev ne civêneke rewa ye. Me bi çavên tirs û gumanê lê nerî. Girûpa kurd ku bi ser pkk ê ve tên hesabkirin, tirsiyan ku ev komcivîn di bin bandora Tirkiyê de kar bike û bibe bela serê pkk û hevalbendên wê li rojava. Li du tiştên giring nefikirîn ku 20 milyon kurd li Tirkiyê hene û di bin destên hikumeta tirkî de ne û ji aliyê din jî Sûriyê di bin desthilata rêjîma Bass de wek stareke ku karibin heta radeyekê lê tev bigerin. Berjewendiyên kurdên rojava çi be jî, di dorbîna hevalên pkk ê re nehatin dîtin. Rêjîma Sûriyê bi çavên kîn û gumanê li Encûmena Netewa Sûrî nerî û hinek ji me kurdan jî ketin bin wê bandorê û navê vê encûmenê kirin ”Encûmena Istanbol” û ev yek jî nişana nerazîbûnê dide mirov. Ez bi xwe berevaniyê di ber vê encûmenê de nakim, lê tişta ji min re girîng û pêwîst, bicîhkirina mavê kurd li herderê ye. Bi vî awayî oposisyona Sûriyê bû du perçe 1- Encûmena Niştimanî Sûrî û 2- ”Komîta Hevrêzî ya Sûrî” bi vê perçebûnê û dumiliyê re, her çend komikên kurd jî bi aliyekî re man. Piştî avakirina Encûmena Niştimanî ya Kurd biryar hate girtin ku divê em karên xwe di herdu saziyanên oposisyonê de rawestînin, da ku em mafê kurdan girantî bikin, lê partiya pyd ku bi ser pkk ve tê hesibandin di tirsa xwe û destwerdana Tirkiyê de asê ma û dest ji Komîtê Hevrêzî berneda. Wan girûpên ku di Komîtê de ich digrin, bêhtir nêzîkî rêjîmê dihatin dîtin. Di pêşî de rûxandina rêjîmê nexwestin, lê piştî ku ji rêjîmê bêhêvî man, wan jî êdî rûxandin xwestin. Destwerdana dervî sînor red kirin.

Giha radeyekê ku hemû hewildanên derûdorên ereban û bi taybet ”Komkara Welatên Ereb” di hemû hewildanên xwe de têk çûn û ew dirêjkirina demî bû sedemên kuştina bi hezaran welatiyên sûrî. Mirov kare bêje bi awayekî ji awayan, bû hevparên rêjîmê di xwînrijandina welatiyan de. Niha jî di van rojan de tê gotin ku dûseya sûrî çûye Encûmena Ewlekarî û li ser çareseriya pirsgirêka Sûriyê li deriyekî digerin, lê çûna Esed her di programa wan de mijara serke digre. Dûse çû Encûmenê û bi redkirina Çîn û Rûsiya herdu welatên herdemî di Encûmenê de biryara li dijî rêjîma Esed giha deriyekî xetimî û bû cihê nerazîbûna piraniya welatên cîhanê. Bi vê yekî herdu welatan destûra kuştina welatiyan dan rêjîma Esed ya dîktator.

Em werin ser pirsa kurdî. Ji destpêkê de ciwanên kurd daketin kolanê û bi xurtî jî jê re xebitîn. Pêla wan xortan bi pêla şoreşê re diherikî, ne kêm ne jî zêde. Wan ciwanan dengê kolana Dera, Humis û Hemayê û herêmên germ dighandin guhên kurdan li Qamişlo û bajarên din yên kurdan û dengê kolana kurdê jî gihandin serhildêrên bajarên ereban. Ev yek bû cihê nerazîbûna partiyên kurd û ew xort wek ciwanên sergerm ku li serên xwe siwar hatine ji aliyê tevgerê hatin dîtin. Ji aliyekî din ve jî ku êdî kolana kurdî bi xwe ve girêdan û gavên wan partîyan li dû xwe hiştin. Ji partiyên ku destên wan ciwanan girtin ”Şepêla Pêşeroja Kurdî” bû. Bi taybet jî di kesayeta nemir Mişel Temo de, ev yek pêşve diçû, li dawî xwestin dengê germ yê ku golanê dihejîne bibirin û bi çend destên gemar û qirêj ew tesfiye kirin. Laşê wî çû, lê deng û helwesta wî li kolana Sûriyê û Rojava ma.

Ji bo ku partiyên kurdî ji pêla şoreşê û kolanên kurdî dûr nemînin, bi deh partiyan Encûmenek Niştimanî ya Kurdî ava kirin û çend girûpên ciwanên hevrêzên kurd tev li koma xwe kirin. Ev kar dîsa jî bû cihê nerazîbûna hin partiyên ku li dervî encûmenê man. Hevalbendê pkk ku wek kelemên nav çavên hin partiyan bûn, bi avakirina vê encûmenê re bû dostên nêzîk ji wan girûpên ku li dervî encûmenê man, lê ew nêzîkayî û yekdengî jî pir dûm nake bawer im. Ji ber ku spartina me herdem xwe dispêre reaksyon û keysebaziya berjewendiyên teng.

Li Hewlêrê revenda kurd ya derve di bin organîzekirina Encûmena Niştimaniya Kurdî û piştgiriya serokatiya Başûrê Kurdistanê kongirek li dar ket, ew jî bû cihê razîbûna gelek partî û kesayet û rewşnebîrên ku nehatin vexwendin. Yanî kurdên li derve hema xwestin hemû li wir amade bibin û ev yek jî ne mûmkun e. Wer xuya dike ku hişmendiya me ji van tiştan re hîna li paş e û ezmûneya me kêm û lawaz e. Gelek ji wan kesayetên ku çûn kongirê jî heta gihan wir û bi sedan wêne li malperan rêz kirin jî, hîna li armanc û helkefta vî kongirî ne agehdar bûn. Gotina ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vekirina komcivînê de pêşkêş kir, di xalekê de destê xwe danîbû ser birîna kurdên Rojava dema ku gotibû ”Nakokiyên xwe yên hizbî li cih bihêlin û ji xwe re çareyekê peyde bikin” wekî ku zanibe sal bi sal partiyên kurdên Rojava perçe dibin û hijmara wan gihabe 20 partiyan. Gelek kesên ku li kongir amade bûn ji xaleke di gotina serokê Herêmê de jî razî nebûn ku çima gotibû 2 milyon kurd li Sûriyê hene, lê rastiya wê ji 3-4 milyonan bêhtir kurd li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hene.

Tecrûbeya kurdên Rojava isbat dike, ew ê ticarî ji hev razî nebin, lê ya giring divê herdem di hewildana çalakî û avakirina pêwendiyan û lihvkirinê de bin. Dem hatiye em jî êdî bizanibin ku welatê me ber bi guhertineke dîrokê ve diçe û gotina kurdî nebe yek, ew ê mafê kurd wenda bibe, lê belê wê partî jî bêhêz û bêderfet bibînin û ji poşmaniyê pêve tiştk incam nade. Ezmûne û tecrûbiya başûrê Kurdistanê li ber çavan e. Li kêjan perçeyî be jî, ku hevgirtin û yekrêziya kurdan pêk neyê, kurdê nebin xwediyê dîrokeke bi rûmet. Qet bi partiyekê maf nayên standin û dem nema dema dîktator û yekdengî û yekpartiyê û hukmê yekmalbatê ye. Ji bo vê yekê hîna jî dema me kurdên Rojava heye ku em li şaşîtiyên xwe vegerin û paşroja xwe tarî nekin.

www.arshev.net

04.02.2012
Arşevê Oskan