Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
 
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
2011-11-01 08:41

Cankurd, 27. Oktober 2011
Li Sûriyê, rewș herroj wêrantir dibe. Çavdêrên siyasî û medyayî li teviya cîhanê demeke nebaș bo sîstema malbata ‚Alasad‘ li pêș dibînin. Wezîrê derve yê Turkiyê dibêje ku vê sîstemê sozên xwe bi cîh neanîn, û eger wilo kuștin û binzorkirina gelê sûrî bigude, Turkiye wê tiștekî dijî vê sîstemê bike. John MacCain, ê ku hembervanê Barack Obama bû di hilbijartinên serokatiya Amerîka de, dibîne ku destên NATO niha ji Lîbiya vala bûn, û nedûre ku NATO hêriș ser sîstema ‚Alasad‘ bike, ji ber ku ew hîn jîn karê kuștinê di welatê de xwe digudîne.
Padișahê Urdunê, ku berê têkiliyên wî yên baș bi Sûriyê re hebûn, dibêje ku kilîtê çareserkirina șehtîna li Sûriyê ne di destê kesekî de ye. Bi ya wî be, rewș li Sûriye têkçûye. Hevbendiya Erebî jî nûneriyeke xwe hinart bo Șamê, da bi serokê Sûriyê re danișe û axaza Hevbendiya Erebî bigihîne wî. Çîn û Urus jî tevî ku dev ji sîstema ‚Alasad‘ ta niha bernedane, hema ewana jî xembarin û nizanin çi bikin, da rewș hîn wêrantir nebe.

Deselata sûrî –wekî dixuye- guh nade kesekî û di serhișkiya xwe de maye, lê belê nikane xeyd û hêrsa gelê sûrî daxîne, tevî ewqas xûnrêtin, herifandina mal û taxan, û tevî bikaranîna leșkerê û gelek hêzên hêminiyê û bi hezaran nandozên ku bi kuștina mirovan dilxweșin.
Di va rewșa nebaș de, li pey hev, hinde kongireyên bo avakirina Meclîseke ‚Danișgeheke‘ neteweyî sûrî çêbûn, ez bi xwe jî di ya Antaliya de, berî niha bi çend mehan amade bûm û min guhdariya wan hembervanên rengareng kir. Piraniya wan hembervanan, wekî ji min re xuya bû, ne xudan serpêkin siyasî ne, lê belê ji wan jî hene demin dirêj di zindanan de derbas kiri bûn. Axazên gelekan aborî ne, lê ji wan jî hene baș diznanin çi dixwazin. Bi piranî ewana ji roxandina sîstema ‚Alasad‘ re erê dikin û piștvaniya wan lawan û keçan dikin, ku destvala li hember hêzên zorbazên dewletê, li hember tang û top û rakêtên hilfirokan derdikevin û xûna wan bi asanî têye rêtin.
Li dawî danișgeheke netweyî li Istanbolê pêda bû, lê çewa?

Piraniya Sûriyan baș nizanin ev meclîs çewa pêda bû, û destê deselata Erdoganî heta çi pileyê di nêv de heye. Wekî dixuye têkiliya baș a ‚Birayên Musilman‘ bi deselata Ankare re ev Meclîs li dar xist. ‚Birayên Musilman‘ yek ji hêzên siyasî yên hembervaniya tund e li hember sîstema niho. Bercewendiyên aborî û siyasî yên Turkan di Rojhilata Navîn de ev pêwendî xorttir kiriye. Bi ser ve jî, Turkiye paș serpêka xwe ya tehl û tirș bi Yekîtiya Europî re bizava xwe dike, ku bi kûraniya erebî de biçe, û bi Ereban re bazareke Rojhilata Navîn pêda bike. Nêzîktirîn hêza siyasî ya erebî ji partiya Erdogan ve ‚Birayên Musilman‘ in. Li Misir, Iraq û Lîbiya jî.
Li gel van Islamiyan, hinek roșenbîrên demokrat û welatparêz hene, ku di nêv gelê sûrî de navên wan bilind in, hema çi hêza wan a siyasî an partînî nîne. Ewana dixwazin li ser pișta hêștirên Islamiyan xwe bigihînin armancên ku dane ber xwe û berî hertiștekî standina deselatê, ku ta niha di xûna xort û ciwanan de sor bûye.

Gelek mijarên ku dibin egerên pevçûn û lihevnekirinê di nêv teviya endamên vê danișgehê ‚Elmeclîs Elwetenî Essûrî‘ de, ji berê de hene.
Ji wan jî:
-Têkiliya deselatê bi olê re.
-Xwestina harîkariya leșkerî ji welatên derveyî, bo lêdana sîstema niho.
-Sîstema ji nû ve avakirina dewletê, li ser bingeha navendî wekî berê, an nenavendî, bi șêweyekî federalî an bi rêya firehkirina sergeranên herêmî ‚îdareyên mehellî‘.
-Rewșa Iyaleta Iskenderonê, ku li gor peymana 1937ê di navbera Turkiye û Firansa de, ji Sûriye hatiye jêkirin û tev li Turkiyê bûye.
-Çewaniya ji nû ve standina navçeya sirta Golanê, ku Israîlê di cenga Hizêrana 1967ê de, bi darê zorê, ji destê Sûriyê standiye. Hinek dibêjin ku general Hafêz Alasad ew navçe bi dizîka firotiye. Gelek hembervanên ku Aștiyê bi Israîlê re erê dikin, ji yên neyartiya wê dikin ditirsin.
-Çewaniya çareserkirina kêșeya kurdî li Sûriye…
-Têkilî bi Amerîka, Europa û Israîl re…
…û hinek mijarên dî, ku girêdayê Rojhilata Navîn û hindirê welêt in.
Di yekemîn nêrînên vê Meclîsê de, di warê pirsa kurdî de, ku serokê wê Prof. Burhan Galyon bo televîzyonê berî niha bi çend rojan dayî, ji gelê sûrû re xuya bû, ku ciyawaziyeke mezin, di navbera nêrîna wî û ya kesekî wefdarê nijadperestiya erebî ye, nîne. Di belvoka Meclîsê de, li ser hêrișbaziya leșkerê turkî di Kurdistanê de, ciyawazî di navbera helwêsta wê û ya nijadperestên turkî de nîne. Hebûna çend Kurdan, wekî hêja Dr. Evdilbasêt Seyda çi rûn ji gelê me re bi ser dewê Ereban nexist.
Lew re, kin û kurt, ez dibim ku em Kurd jî dixwazin danișgeheke sûrî ya rêk û pêk hebe, ji ber ku ew niha pir giringe û nabe em temașa bikin, çewa gelê sûrî tê serjêkirin, bê ku em tiștekî bikin, lê qey em pireyeke erzan in, bo standina deselatê ji van deselatxwazên nijadperest re?
Na…Divê, em bi yekbûna xwe bibin hêzeke ku dikane lișt û bercewendiya gelê xwe di nêv hembervaniya sûrî de biparize.

Bêguman jî wan siyasetên kurdî, yên ku ava cobarka kurdî bi ser așê deselata xûnrêj de dibin, ketine çewtiyeke dûrokî, û kijan rojê be, wê têbigihînin ku ewan careke dî bûne destikê kêra nijadperstan, wekî berê, û wê destvala ji nêçîra xwe vegerin, wê dîsa ziyaneke mezin bigihînin gelê me yên binzorkirî.
Cankurd
Cankurd: Bese, azaran nedin gelê Kurd
Cankurd: Salih Muslim dibêje ku…
Li rojavayê Kurdistanê çi heye?
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrên Merîx re
Rojavayê Kurdistanê ku ve diçe?
Solên sor
Baronê Rihșîn
Mêrekî keçel carekê
Bo (Meclîsê) erê, hema çi Meclîs?
Kurd û projeya “federlî” li Sûriye
Çend têbînî li ser gotara Dr. Ebdulhekîm Beșar -Serokê Partî Dêmoqratî Kurdî li Sûriye (ALPARTI)
Efsane û çêrokên me yên gelêrî
Cankurd: Pêdivî bi Encûmena Neteweyî Li Rojavayê Kurdistanê mestir dibe!
Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”
Bêjey a dil (6): Rewşa netewê
Bêjeya dil – 4-5
Bêjeya dil (3)
Bêjeya Dil (2)
Bêjeya dil
Stûnên baweriyê di Îslamê de
Ezdîn Şêr - I
Tefşokariya Filosofan
Defter a min
Stûnên baweriya rast di Îslamê de
Serxwebûn û Autonomî
Cankurd Kurd çi dixwazin?
Cankurd: Ez ji serxwebûna Kurdistanê re dixebitim
Cankurd: Were, em bifirin
Kurdan nekuj ey teres!
Serhildana qehremanê kurd Simko (1921 1930)
Şehîdkirina Dr. Abdurrehman Qasimlo
Mîtolocî û dûroka cejna Newrozê