Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Felaketa ku hatiye serê kurdan û hêj jî li pêşiya wan e
 
Felaketa ku hatiye serê kurdan û hêj jî li pêşiya wan e
2011-10-03 11:24

HEWLÊR, 1/10 2011 — Di mêjûya me kurdan ya di bindestîyê de, bêyî ku me hay ji xwe hebe em giheştine pileyaka hinde kimbax ku êdî qismek mezin yê kurdan nikare baweriyê li xwe û rastiya mafên xwe bîne. Her rastîdîtin li cem gelek kesan di hêzê û dîtina çavan de ye. Van şêweyên şîroveyên li ser hêzê û dîtina çavan ti caran rê nedaye ku em bikarin rastîya rewşa xwe û dagirkerên Kurdistanê bibînîn.


Foto: Abdullah Ocalan & Dogu perinçek

Rewşa felaketa bindestîyê û ya bawerkirina ji hêzê, wesa li me kiriye ku êdî em nikarin xebatkarên xwe yên neteweyî û xapînek û sextekarên ku li ser navê xebata neteweyî milet dixapînin ji hevdu vavêr bikin. Jihevduvavêrkirina herî zehmet ji bo miletê kurd ew e ku ew hêza ji aliyê dijminî ve tête bi rê ve birin, li ser navê azadkirina kurd û Kurdistanê hatiya damezirandin.

Bêşik şoreşgêr û xebatkarên miletê kurd ti caran serî ji hêz û zordariyên dijminên xwe re neçemandine. Mêjûya berxwedanên miletê kurd li dijminan daye zanîn ku ew dê ti caran nekarin bi hêza xwe ya eskerî; bi tank û topên xwe ve miletê kurd neçar û bêrê bikin. Ji bo wê jî dijminan hertim xwestine ku bi rêya hêza duyê û li ser navê kurdan, bi hêzeka ku bi xwe ve girêdayî û xapînek, bi xencera kurdan, kurdan ji navê rakin.

Dema mirov bala xwe bide rewşa bakurê Kurdistanê û avabuna komara Mistefa Kemalî baş li ber çavan diyar dibe ku nêzîkî sedsalekê ye komara kemalîst bi destê pênc generalan têt bi rê ve birin û hemû dezgehên komara kemalî di bin fermandarîya wan pênc generalên dest diguhore û civata Tirkiyeyê bi rê ve dibin. Herwiha ji dema vê sedsala avabûna komara Mistefa Kemalî ve sîstema birêvebirina van pênc generalan xwîn li miletê kurd daye vereşandin.

Lê ti caran sîstema pênc generalan nekariye bi zilmê miletê kurd bişkêne û ji dozdarîya mafê wî sar bike. Felaketa di bin rêberîya hêza pênc generalan de rê li ber pêşketina civata Tirkîyeyê jî girtîye. Herweha vê sîstemê rê li ber hemî daxwaz û mafên kurdan girtiye û bi xwînê fetisandiye.

Wekî xuya dike rejîma generalan baş dizanî ku bi zilmê û xwînrijandina lawên kurdan ew dê negihî armanca xwe ya jinavêrakirina dozdariya miletê kurd. Her wesa xuya dike ku vê rejîmê cilên kurdan li pênc ”generalên” xwe yên dî jî kirine ku nêzîkî sih salan e ew ”generalên kurd” kirine belaya serê kurdan, civata kurdan bi wan didin bi rê ve birin û nahêlin riyeka çareseriyê ji doza miletê kurd û Kurdistanê re derkeve pêş.

Niha edî piştî sedsalekê, civata Tirkiyeyê ya lîdixebite ku xwe ji felaketa hêza rejîma generalan rizgar bike. Her wesa xuya dike ku şerê navxweyî yê komara tirkan û guhertinên cîhana nû û Rojhilata-nêvê jî dê tesîrekê li ser guhortina doza kurd û Kurdistanê jî bike. Di pencereya van guhorînan de dema mirov bala xwe dide rewşa pênc ”generalên kurdan” û sîyaseta wan, baş xuya dibe ku ew digel bereya kemalîstên tirkan kar dikin û bi hev re hemî astengan li ber riya çareseriya doza kurd û Kurdistanê pêk tînin.

Belê dema mirov bala xwe dide rewşa miletê kurd û felaketa bi destê van pênc ”generalên kurd” li ser miletê kurd tê meşandin, gelek zehmet xuya dike ku miletê kurd xwe ji vê felaketê rizgar bike. Dewleta tirkan ”generalê kurdan” yê mezin Abdullah Ocalan êxist bin hîmayeta xwe ve û ew jî bi bêminetî fermanan dide wan herçar generalên xwe yên li çîyan.

Cemil Bayik, Duran Kalkan, Mustefa Karasu û Ali Haydar Kaytan. Ev herpênc ”genaralên kurd” jî bi xwîna zarokên kurdan yên ku şehîd dibin, roj bi roj miletê kurd ji dozdarîya mafên wî yên neteweyî bi dûr diêxin. Van generalan di vê çerxa ku guhortinên cîhana nû de çêdibin, felaketeka wesa giran anî serê miletê kurd ku hêdî navanîna Kurdistanê û parastina mafên kurdan di nav dorûberên van generalan de bûye binaskariyeka mezin ya helalbûna kuştinê û jinavêrakirina cidafikrên kurdan.

Dewleta tirkan bi rêya Abdullah Ocalanî hêzeka mezin ji kurdan anî di pileyeka wesa xerap de rawestandiye ku êdî hemî mafên neteweyî ji bîra vê hêzê çûye. Ocalan û dewleta kûr çi bêjin, bêyî ku li ser bê fikirandin bi rêya propagandeyên bêbingeh didin pejirandin. Ev hêza ku bi dijminan ve girêdayî bi xwîna zarokên kurdan û bi navhildana navê pirsa kurd bûye kospeka herî giran li pêşîya çareserkirina doza kurd û Kurdistanê.

Bo nimûne pêşiyê Kenan Evrenê serkêşê kodateya 12-yê îlonê got ”bila Tirkiye bibe 25 eyalet”. Ev gotina dijminê miletê kurd roja paştir ket devê apocîyan de û welwele û propagandeya sîstema eyaletan li Tirkiyeyê di nêva apocîyan de destpê kir. Pêşniyara kevnegeneralê kodetakar yê tirkan, her wekî armanc û bedela pirsa miletê kurd be bedelê xwîna şehîdên miletê kurd be, wesa xistin ajandaye miletê kurd û li her derê belav kirin.

Her dema mirov bala xwe dide mizakereyên berpirsên Abdullah Ocalan û MIT-ê, gotinek tenê jî elqedarî doza kurd û Kurdistanê ve girêdayî di nêva gotinên wan de nîne. Baş e gelî sîyasetmedar û rewşenbîrên miletê kurd, heta kengê ev ”pênc general” dê bi xwîna zarokên kurdan hikimdarîyê bi fermana dagirkeran li kurdan bikin?

Baş diyar e ku ji bo pûçkirina doza kurd û Kurdistanê her çi programên ku tirk bixawezin pêk bînin di cih de bi riya apocîyan re didin bi cih anîn. ”Xweseriya demokratîk”, ”azadiya ferdî”, ”konfederasyona Rojhilata-nêvê” û ”demokratîkirina cimhurîyetê” û gelek safsatayên dî yên Abdullah Ocalanî.

Ocalan û kemalîstên tirkan bi hev re, li ser navê xwîna xortên kurdan doza miletê kurd serûbin dikin û gotinên mafxwaziyên kurdan li kurdan dikin xiyalperestî. Di hemî mêjûya kurdan ya di bindestîyê de ti caran wekî vê demê fersend neketîne destên kurdan de û ticaran qasî vê demê mercên cîhanê û Kurdistanê jî ji kurdan re li hev nehatine. Ti caran jî kurdên bakur bi qasî vê demê neçûne radestiyê û dest ji daxwazên xwe yên neteweyî bernedane. Ma ev felekat ne projeya generalên kemalîst e?

Vê rewşa bawerkirina ji hêzê kurd daxistin cihekî wesa xerab, qet çavê miletê kurd xerabî û felaketên apocîyan aniye serî nabîne. Çi dema bo doza kurd û Kurdistanê çirûskek li kîjan beşê Kurdistanê pêbikeve apocî dê hêrişî vemirandina wê çirûska ronahiya kurdan bikin. Di bakurê Kurdistanê de dema di salên 70 û 80-yê de geşbûneka gelekê xurt û şoreşgêrane dest pêkir, bizava kurdî bi giştî li ser esasê Kurdistanê bi daxwazên cidaxwazî û avakirina Kurdistaneka serbixwe pêşket. Dewleta tirkan bi destê Ocalanê xwe, bi navê şerê çekdarî, ev daxwazên kurdan pûç kir.

Bizava kurdên başûrê Kurdistanê derîyê xwe ji apocîyan re vekir û got ew û kurd tev de bira ne, kurdên başûr nezanî ku wan bi vê biratîyê re derîyê xwe ji generalên tirkan re vekirin. Di başurê Kurdistanê de piştî serhildana 1991-ê û pêve keyseka mêjûyî ket destê kurdan de. Ji hingê heya niha Ocalan û dewleta xwe ve li hêcetan digerin ku ka çawe ew dê keysa mêjûyî ji destê kurdan bidin derxistin.

Dewletê bi destê Ocalan bi hezaran xortên kurdan bi hev dan kuştin da ku çirûska li başûrê Kurdistanê ji bo miletê kurd vejeniye vemirînin. Heta roja îro jî ev belaya wan di navdestûpîyên kurdan de ye û kurd nizanin ka çawa xwe ji vê belaya Ocalan û dewleta wî ya kûr rizgar bikin.

Dijminên miletê kurd bi xurtkirina hêza Abdullah Ocalanî û teqandina tifengan li ser navê rizgariya kurdan mecalên hizirandinê jî ji kurdan re nehiştine; kurd bûn qurbanê hêza li dijî xwe. Ocalan dê hercarê çend gotinên bêbingeh bavêje pêşîya kurdan û gencên kurdan jî xwe li ber wan gotinên bêbingeh dê bidin kuştin. Dewleta kûr jî ji dûr ve temaşeyî serketinên projeya xwe ya bi destê Ocalanî dike.

Dagirkerên Kurdistanê bi hev re û bi rêya Ocalan û hevalên wî re, bi xwîna xortên kurdan felaketeka wesa di herçar parçên Kurdistanê anîn serê miletê kurd ku kurd bi dest û lingan nikarin xwe ji vê plana felaketa Ocalan û dagirkerên Kurddistanê rizgar bikin. Dîtina felaketa bi destê dijminên aşkere hêsanî ye, lê belê dîtina felaketa bi destên dijminên

Nefel-mediakurd
Evdirehman Şirnexî