Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mêro li ber hevalê xwe dikeve
 
Mêro li ber hevalê xwe dikeve
2011-05-13 01:18

Mêro li ber hevalê xwe dikeve

Piranîya Kurdên Sûrîyê û Erebên q..reş ên Sûrîyê serî li ber Beşarko rakirine û ji zilma malbata Esed re dibêjin êdî bes e. Lê çûna Esed li xweşîya sermezinê Erdogan nayê û qaşo mêro li ber hevalê xwe dikeve.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di kanala PBS de beşdarî bernama Charlîe Rose bû û çend lotikên paşûpê avêtin. Charlîe Rose di derbarê pirsgirêkên Sûrîyê û Beşar Esed de zorî da Erdogan, lê Erdogan piştgirî da Beşarko û got ku “Beşarko hevalekî min ê baş, germik û nermik e. Erê Beşaro di pêkanîna reforman de dereng ma, lê hê zû ye em jê re bêjin bic..hime û dev ji serokatîya Sûrîyê berde. Biryar biryara xelkê Sûrîyê ye. Ez serê xwe pê naêşînim û tilîyan navêjim bin dûvê wî” û dilê xwe bi hevalê xwe Beşarko şewitan, lê xwedî derket.

Erdogan zane ku heke li Sûrîyê Kurd azad û serfiraz bibin, wê av biçe bin dûvê hikûmet û dewleta wî jî û wê azadîya Kurdên bakur jî di dora tenûrê de cihê xwe bigre. Ji ber vê; mêro xwedî li hevalê xwe Beşarko derdikeve û ji çûna wî re dibêje “hê zû ye qardaşim”.

Axir, Kurdan gellek dijmin kirine destebrakên hev. Lê dibêin ahê vî destî ji destê din re namîne, kufir dom dike lê zilm dom nake. Beşar Esed her ê çûnê ye. Nizanim ne ewê jî bide dû jina xwe û rêya Londonê bigre, yan jî wê di nav lotik û zîtirkên xelkên Sûrîyê de wek kermêşê biperçiqe.

Lê ez meraq dikim, heke rojekê heman tofan û babelîsk li serê Erdogan rabe, ewê berê xwe bide kîjan welatî?
Şerîfê Omerî