Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Ka berê Amara azad bikin, piştre behsa Şingalê bikin babam!
 
Ka berê Amara azad bikin, piştre behsa Şingalê bikin babam!
2015-04-16 13:55

PKK û grûpa wê ya Enqerê ji roja pêşîn de dijminatîya PDK, Barzanî û hêzên Kurdistanî kirin û îro jî dikin. Ji bo ku rê li Kurdistanek serbixwe û pêşketina netewperwerîya Kurd bigirin, çi ji destê wan tê dikin.

Yek ji zilamên herî kûr Dûran Kalkan (ku bi xwe Tirk e û tê gotin ku sûbayê artêşa Tirk e) ji roja pêşîn de destê wî di xwîna Kurdan de heye. Berî salên 1980î, çi şerê ku di navbera PKK û partîyên Kurdistanî de çêbûn, tilîya Dûran Kalkan tê de heye. Kalkan Tirk e, piranîya Kurdên bakur û rojava kirin Tirk û ruhê Tirkayetîyê di mejîyê wan de çand.

Dûran Kalkan û gellek ji girgirekên PKK îro li Qendîlê li ser pişta xort û keçên Kurd diçêrin û wan ji bo armancên pûç û vala didin kujtin. Ew jî ne bes bû, îcar dijminatîya başûrê Kurdistanê û bi taybet jî PDK û Barzanîyan ji xwe re kirine armanca sereke. Kalkan û PKK a wî ku di şerê 35-40 salan de nikarîbûn yan nedixwestin gundekî başûrê Kurdistanê azad bikin, îro di bin perdeya kanton û xweserîyên demokratîk de dixwazin naveroka netewperwerî û pêşketina Kurdayetîyê pûç û vala bikin û xort û keçên Kurdan ji bo armanc û daxwazên xeyalî bidin kujtin û didin kujti jî.

Dûran Kalkan dîsa zimandirêjîya PDK û Barzanîyan kir û êrîşî başûrê Kurdistanê kir. Çi cara ku serxwebûna başûrê Kurdistanê dikeve rojeva dinyayê, hew we dît PKK û zilamên dewleta kûr a Tirk dest bi êrîş û dijminatîyê kirin. Ji xwe DAÎŞê jî ji ber vê sedemê êrîşî Kurdan û Kurdistanê kir. Serxwebûna başûrê Kurdistnê wek xencerek soranî li ser dilê dijminan çikiyaye û çi dewletên dagîrker bin, çi jî xulamokên wan bin, naxwazin Kurd serbixwe bibiin.

Dûran Kalkan vê dawîyê di hevpeyvînekê de dijminatîya xwe dîsa raxist ber çavan û êrîşî PDK û Barzanîyan kir. Kalkan di televizyona PKK de got:
“Îdareya Başûrê Kurdistanê zilmê li Êzidiyan dike. Ji PKK re dibêje dev ji demokrasiyê berdin. Em qebûl nakin kesek li Êzidiyan zilmê bike. Êzîdî ji komkujiyekê rizgar bûn, demokrasiya PKK ew rizgar kirin. Hemû dinya vê yekê qebûl dike, ji kerema xwe re bila Hewlêr jî qebûl bike."

Duran Kalkan efendî bi dewamî got: "Kê Şengalê rizgar kir? Hinek rabûn û ji bo gerîlayên li wê derê gotin hêza dagîrker. Ev şerm e. Ma ne şerm e? Eger gerîlayan weke pêşmergeyên PDKê kiribana niha li Şengalê bi navê Kurdan tiştek nedima. "

Kalkan bi zanebûn mijarê berovajî hev dike. Şengal bi destê pêşmerge hat rizgarkirin û dinya û alem jî vê rastîyê zane. Çend gerîllayên Dûran Kalkanê ku nikarin gundekî bakurê Kurdistanê azad bikin, behsa rizgarkirina Şengalê û Kerkûkê dikin. Dûran Kalkanê ku nikare gundê serokê xwe, gundê Amara rizgar bike, behsa rizgarkirin û demokrasîya Rojhilata Navîn dike. Kalkan ji bo ku şerma xwe û partîya xwe veşêre û bincil bike, bi vir û derewan dixwaze alîgirên partîya xwe û awira gelemperîya Kurd bixapîne. Ji xwe ev taktîk û siyaseta PKK bi xwe ye. Serketina herkesî ji xwe re dikin mal û li ser keda xelkê siyaseta xwe dikin.

Di 14ê Nîsanê de, Dûran Kalkan ê Tirk gotibû ku, "nabe Başûrê Kurdistanê tenê ji Hewlêrê were birêve birin, divê Şingalê, Dihok, Zaxo û Silêmanî rêveberiya wan a xweser hebe".

Belê, Dûran Kalkan û partîya xwe rêveberîya gund û bajarên bakurê Kurdistanê temam kirine îcar maye dora Şingal, Dihok, Zaxo, Silêmanî û Hewlêrê!? Gelo zarok jî bi van çîrok û çîvanokan nakenin?

Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî, di daxuyaniyekê de şeqamek li Dûran Kalkanê Tirk xist û ragihand ku, Kalkan ne berpirsê Kurdên Êzdî ye heta ku li şûna wan biaxive û got: “Mafê wî nîne ku behsa Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bike.”
Di bersiva vê daxuyaniya Kalkan de, Elî Ewnî ragihand ku, bila Kalkan gundê xwe û Bakurê Kurdistanê azad bike û piştire Şingal û Herêma Kurdistanê bike.

Elî Ewnî dîsa di bersiva xwe de gotiye: “Bila ji Kalkan re diyar be ku Şingalê tenê ji aliyê PDK ve nayê rêvebirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmetek bingeh fereh e û hemû aliyên siyasî têde beşdarin, ew hikûmet jî bi dengdan hatiye hilbijartin, ne wek wan bi dîktatorîyê.”

Belê, PKK dîktator e. Ji Kurdan re dîktator, lê ji xelkên din re demokrat û aştîxwaz e. PKK a ku li ser ked û li ser xwîna Kurdan şerê Kurd û Kurdistanê dike, îro bûye astenga herî mezin. Ji alîyekî xizmeta dewleta Tirkîyê, Îran, Iraq û Sûrîyê dike, ji alîyê din jî bi navê Kurd û Kurdistanê dijminatîya Kurd û Kurdistanê dike. Lê dibêjin reva pisîkê heta dawîya kulînê ye. Rû û rûçikê PKK û girgirekên wan êdî eşkere bûye. Ew 101 kirasê Kurd û Kurdistanî li xwe bikin jî, ruh û mejîyê wan Tirk û Tirkayetî ye wesselam...
Şerîfê Omerî